Serpîl Kemalbay malbatên karkerên ku jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir 2017-10-20 15:09:58   ŞIRNEX - Heyeta ku di nav de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay jî hebû, malbatên kesên di hezaza kana komirê ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan, ziyaret kirin.   Heyeta ku di nav de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay jî hebû, malbatên kesên di hezaza kana komirê di 17’ê Cotmehê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. Cîgira  Hevserokên HDP’ê Fatma Kurtalan, Parlamenterên HDP’a Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîk û gelek endamên partiyê di heyete de cih girtin.     Heyetê, destpêkê mala sersaxiyê ya ji bo Yuksel Ugur, Mehmet Îzer, Yilmaz Magrur û Mesut Magrur ku li Mizgefta Walî Kemîl Acun li Kulliye ya li taxa Yenîmahalle ziyaret kir, yek bi yek bi malbatan re hevdîtin kir. Heyetê, têkildarî bûyerê ji malbatan agahî girtin û piştre mala sersaxiyê ya ji bo Vedat Ozden a li Mizgefta Hz. Ebubekir a taxa Vakifkentê ziyaret kir.     Li vê derê Hevserokê HDP’a bajêr Zekî Îrmez daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Ji bo derfetên xebatkarên di kana komirê de dixebitin bên sererastkirin, em ê têbikoşîn. Ji bo vê yekê çi erk bikeve ser milê me, em ê bi cih bîn in.” Heyetê, dûre mala sersaxiyê ya ji bo Abdullah Kayaş a li taxa Gazîpaşa, ziyaret kir.    'Divê şert û merc bên sererast kirin'   Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay jî sersaxî ji malbatê re xwest û wiha axivî: “Em vê êşê ji kûr de dijîn. Ne cara yekemîne cînayetên kar pêk tên. Ji bo derfetên kar ên karkeran bên sererastkirin, em ê şopdarê bajêr bin. Li cîhanê êdî hezana kana komirê çênabin, lê li Kurdisatanê hîna jî bûyerên wiha rû didin. Divê qada kar a bi ewle ji bo karkeran bê avakirin. Cihekê ku demokrasî lê nebe, li wê derê qada kar jî vediguhere şer. Ji bo derfetên xirab û jenosît ji holê rabin, em ê dinava hewldanan debin.”     Piştî xwendina duayan, Serpîl Kemalbay û heyeta li gel ji mala sersaxiyê derketin û ji bajêr veqetiya.