Kesên ku ji ber bûyera hezazê hatin binçvkirin hatin berdan 2017-10-20 14:55:06   ŞIRNEX - 3 kesên ku ji ber bûyera hezaza li kana madenê ya li Şirnexê hatin binçavkirin hatin berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve derbarê hezaza li kana madenê ya ku di encamê de 7 kesî jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû de hat vekirin, di 17'ê mehê de xwediyê fîrmayê û 2 xebatkarên wî yên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan. F.Y., B.Y. , B.A. û M.E.M. piştî karê wan ê li emniyetê qediya sewkî edliyeyê hatin kirin.   3 kesên ku bi heman sedemê ji aliyê dozgeriyê ve sewkî dadgehê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî û nederketina dervî welat hatin tehliyekirin.   Ugur Kabak yê 17 salî ku di encma hezazê de bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Şirnexê ya Dewletê dihat dermankirin jî sewkî Nexweşxaneya Taybet a Sevgî ya li Dîlokê hat kirin.