'Bila hevalên me yên rojnameger demildest bên berdan' 2017-10-20 14:38:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê xwest ku 5 rojnamegerên li Enqereyê hatin binçavkirin serbest bên berdan û wiha got: “Di rojeke ku rûniştina doza Nuriye û Semîh tê dîtin de binçavkirina rojnamegeran ne tesadufî ye.”    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê têkildarî binçavkirina edîtora JINNEWS’ê Sîbel Yukler û nûçegihanên JINNEWS’ê Duygu Erol û Habîbe Eren û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, Selman Guzelyuz de  daxuyaniyek nivîskî weşand.   Platformê binçavkirina rojnamegeran bibîr xist û got: “Yên bi OHAL û KHK’yan ajansa jinan digirin û dixwazin jinanan bêdeng bikin dizanin ku me jinên rojnameger bi binçavkirin û girtinan nikarin bêdeng bikin. Hevalên me yên rojnameger ji destpêka berxwedana Yukselê de der barê geşedanan de raya giştî agahdar kirine. Ew bûne dengê bedena Nuriye ya birçî. Di rojek rûniştina doza Nuriye û Semîh tê dîtin de binçavkirina rojnamegeran ne tesadufî ye.”    Banga piştevaniyê    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bi daxuyaniya xwe  diyar kir ku divê hevalên wan ên rojnameger demildest bên berdan û wiha hat gotin: “Hevalên me bûne denge hemû jinên îxrackirî, bûne dengê hemû jin û zarokên rastî îstîsmara zayendî tên û bûne dengê jinên li deriyê Meclîsê li dijî Qanûna Miftîtiyê  derketin e. Hûn wan li Enqereyê  ji kê bipirsin wê bêjin ‘rojnameger in.’ Li ser îxbarên bê binî binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin. Em wek Platforma Rojanmegerên Jin a Mezopotamyayê carek din dubare dikin ku li cem hevalên xwe yên rojnameger in û em bang li hemû jinên rojnameger dikin ku li dijî zextan piştevaniya hempîşeyên xwe bikin.”