Kana Madenê berî hezazê bi 15 rojan hatiye kontrolkirin! 2017-10-20 12:02:16   ŞIRNEX- Hat diyarkirin ku kana madenyê ya ku 7 kedkaran lê jiyana xwe ji dest da berî bi 15 rojan ji aliyê TKÎ'yê ve hatiye kontrolkirin. Kekarên ku li vê kana madenê dixebitin diyar kirin ku li gel îhmala li kanê piştî kontrolkirina TKÎ'yê jî tu tişt neguherî.   Li Şirnexê di 17'ê cotmehê de di encama hezaza ku li kana madenê pêk hat de 7 kedkarên madenê jiyana xwe ji dest dabûn, kedkarekî di temenê 17 salî de jî hîna li nexewşxaneyê tê dermankriin û hat diyarkirin ku bêyî tu ewlehî bê girtin kedkar li kanê hatine xebitandin. Kana ku berî bi 50 salî hatiye avakirin  heta roja îro ji 220 kedkarên madenê re bûye goristan û kedkarên madenê diyar kirin ku beriya ev hezaza dawî pêk bê bi 15 rojan  jî kan ji aliyê Saziya Bikaranîna Komirê (TKÎ)  ve hatiye kontrolkirin.    '220 kesî jiyana xwe ji dest daye!   Kana komirê ya ku heta roja îro ji 220 kesî re bûye goristan  di sala 1960'an de hatiye avakirin û ruhsta vê kanê jî ji aliyê TKÎ'yê ve hatiye dayîn. Li gorî  agahiyên ku ji endezyarên li kanê dixebitin hatin girtin hat diyarkirin ku ruhsetên bi dehan kanên li herêmê hatine avakirin hene û ne bê ruhsat in.  Kana ku hata salên 2000'î ji aliyê TKÎ'yê ve dihat xebitandin piştre di bin navê taybetîkirinê de  dewrî Îdareya Taybet a Bajêr hat kirin.  Kana ku demekê ji aliyê Rêveberiya Taybeta a Bajêr ve hat xebitandin di sala 2013'an de bi îdiaya ku hatiniya wê kêm e  û bi hinceta ewlehiyê dîsa dewrî TKÎ'yê hat kirin. Li kana ku ji sala 2013'an ve maden jê nayê derixistin û kedkar lê tên xebitinandin heta niha  220 kesî jiyana xwe ji dest daye.    Kan berî bi 15 rojan hatiye kontrolkirin!   Li kana madenê ya ku herî dawî berî bi 3 rojan hezaz lê pêk hat li gorî agahiyên ji kedkarên kanê hatin girtin hat aşkarakirin ku kan berî bi 15 rojan ji aliyê TKÎ û TÎGEM'ê ve hatiye kontrolkirin lê nayê zanîn ku piştî kontrolê tu ewlehî an jî tu rarporek hatiye girtin û hezaza dawîn jî dide nîşan ku ev kontrol çiqasî cidî hatiye kirin.   Wê Ugur sewkî Amedê bikin   Her wiha Ugur Kabak ê 17 salî ku li Nexweşxaneya Dwletê ya Şirnexê dermankirina wî  berdewam dike û rewşa wî giran e jî hat aşkerakirin ku heta 2-3 rojan wê sewkî Amedê bê kirin.