Nûçegihanê ajansa JINNEWS û Mezopotamyayê hatin bînçavkirin 2017-10-20 10:23:08 ENQERE - Li Enqerê serê sibehê polîsan bi ser malên nûçegihanên me Jinnews û Mezopotamyayê de girtin û 5 rojnameger bi hinceta “Îxbar heye” binçav kirin. Li Enqerê di saetên sibehê de li dijî rojnamegeran operasyon pêk hat. Polîsan bi ser malên nûçegihanên ajansa me Jinnews û Mezopotamyayê de girtin û bi hinceta “Derbarê we de îxbar heye” edîtora me Sîbel Yukler, nûçegîhanên me Duygu Erol û Habîbe Eren û nûçegîhanên ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever û Selman Guleryuz binçav kirin. 5 rojnamegerên ku hatin binçvkirin birin Midûriyeta Polîsan a Enqerê.