Sîcan Kurkut:Ez bi edaleta kesên ku dayike ji ewladê wê kirin bawer nakim 2017-10-20 09:17:52   Gulîstan Azak   MELETÎ - Di 21’ê Adarê de xwendekarê zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ku ji Meletiyê ji bo Newrozê hatibû Amedê bi îdiaya ‘bombeya zindî ye’ hatibû qetilkirin. Îdianameya der barê qetilkirina wî temam bû. Dayika Kemal, Sîcan Kurkutê îdianame nirxand û got: “Ez bi hiqûq û edelata kesên dayik ji ewladê wê kirin, bawer nakim.”   Di 21’ê Adarê roja Newrozê de ciwanê bi navê Kemal Kurkut ku ji Meletiyê ji bo Newrozê hatibû, li ser Cadeya Evrîm Alataşê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Îdianameya qetilkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve pêşkêşî dadgehê hat kirin.    Di îdianameyê de hat xwestin ku polîs Y.Ş ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ bi cezayê muebetê bê darizandin. Ji bo polîsê din O. M jî ji ber gule ji çeka wî derneketiye, biryara bêşopandinê hat dayîn.  Parêzera malbata Kemal Kurkut, Reyhan Yalçindagê jib o polîs Y.Ş girtî bê darizandin daxwaznameyê wê pêşkêş bike.   Dayika Kemal Kurkut, Sîcan Kurkut  mijar nirxand û got: “Kemal, Ozgecan û pir kesên din wisa hêsan mezin nabin. Pir ewladên me hatin qetilkirin. Çi bikin jî êşa me nadin jibîrkirin. Ger dîmenên qetilkirina kurê min derneketiba holê wê bigotina kurê te terorîste.  Hemû rastî wê rojekê derkevin holê.”   Sîcanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek min gelek dayikan kurê xwe wenda kir. Ez bi edalet û hiqûqa ku dayikan ji ewladên wan dikin bawer nakim. Polîsê ku kurê min qetil kiriye bi muebetê tê darizandin. polîsê din jî alîkariyê dide polîsê din. Lê biryara bêşopandinê didin wî. Emê çawa bi edaletê bawer bikin.”