‘Wê madenê ne tenê bavê me xeyalên me jî girtin’ 2017-10-20 09:13:12   ŞIRNEX - Li Şirnexê di Hezaza sê roj berê hat jiyîn de ji karkerên jiyana xwe ji dest dane yek Abdullah Kayaş bû. Kurê Abdullah Kayaş diyar kir ku ger ew kar nebîne ew ê jî di kanê de bixebite û wiha got: “Wê madenê ne tenê bavê me, xeyalên me jî ji me girtin.”   Sê roj berê di kana madenê ya 5 km ji Şirnexê dure hezaz pêk hatibû û 7 karkerî jiyana xwe ji dest dabû.  Ugur Kabak yê 17 salî jî dermankirina wî didome. Tevî dihat zanîn tedbîr nayê girtin jî karker ji ber nanê xwe dixebitîn. Malbatên karkeran bertekên tûnd nîşan dan û xizmên xwe vegotin.   Yek ji karkerkên jiyana xwe ji dest dabû Abdullah Kayaş bû. Abdullah 40 salî bû û bavê 8 zarokan bû. ev 17 sal bû dixebitî. Dayika wî Bedriye Kayaşê daxuyakirin ku ew ti car êşa kurê xwe jibîr nake û li ser kurê xwe lorand.   ‘Ev ne qedere’   Bedriyeyê tevî rondikên çavan wiha got: “Ev 17 sal bû dixebitî. Ji bo zarokên xwe bi şev û roj dixebitî. Dixwest bibe xwediyê karekî.Me ew çawa şand niha çawa girt. Kezeba min dişewite.  6 hevalên wî jî jiyana xwe ji dest dan. Çima tedbîr nayên girtin. Em dizanin ku ev ne qedere.” Bedriyeyê di berdewamiya axafitna xwe de bi lêv kir ku ew tu car êşa kurê xwe ji bîr nake û got êşeke wiha nayê vegotin.   ‘Ji ber karekî din tinebû çû wir’   Hevjîna Abdullah, Perîhan Kaya jî destnîşan kir ku kurê wê yê herî biçûk hîna nizane bavê wî miriye û got: “Kar tinebû. Zarokên me hemû diçûn dibistanê. Ev xanî jî bi salan bi xebata li madenê çêkir. Ji bo zarokên wî xeyalên wî hebûn. Lê tiştek nedît.  Ezê niha zarokên xwe çawa xwedî bikim. Ezê çawa bidim xwendin.”   ‘Xeyalên me birin’   Kurê Abdullah jî wiha got: “ Madenê ne tenê bavê me, xeyalên me jî birin.  Ger karekî nebînim ezê jî biçim madenê bixebitim. Xeyalên me hebûn. Me digot emê xaniyê xwe ji nûve çêbikin. Lê ew jî madenê girt. Ez nizam wê ev êş çawa derbas be.”