Ji 12’ê îlonê berbi OHAL’ê girtîgeh 2017-10-20 09:03:09   Esra Aydin   ENQERE - Girtiya siyasî ya bi navê Rûken Turemîş a li girtîgeha Jinan a Sîncanê ye, nameya wê ya  ku gotina strana kurdî tê de hebû bi hinceta ‘ji derveyî tirkî nivîsandin qedexe ye’ hat radestkirin.  Her wiha fulara ji bo Rukenê hatibû şandin jî hinceta ‘rengê biguman heye’ nehat dayîn.Rukenê diyar kirku ew bi zîhniyeteke ku ji reng û stranan ditirsin re rû bi rû ne.   OHAL ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin cara 5’emîn hat dirêjkirin. Bi OHAL’ê re li girtîgehan jî binpêkirina mafan zêde bû.  Girtiyên jin bi nameyên ku dişînin binpêkirina mafan vedibêjin. Ji girtîgeha Sîncanê Ruken Turemîş diyar kir ku polîtîkaya ‘tirkî biaxive pir biaxive’ ya di 12’ê îlonê de li girtîgeha Amedê hatiye ferzkirin û îro jî bi destê AKP’ê ev pêkanîn tê berdewamkirin.    Rukenê da zanîn ku  bi girtiyeke girtîgeha Tîpa E ya Uşakê re ji hev re name dişandin lê ji aliyê her du rêveberiyên girtîgehê ve hatin sansurkirin.   Rukenê diyar kir ku li girtîgeha Sîncanê pêkanînên dijmirovane tên jiyîn, mafê ragîhandinê tê sansurkirin û wiha got: “ Min û girtiyek li girtîgeha Tîpa E ya Uşakê me ji hev re name dişand.  Lê name hatin sanurkirin.”   ‘Ji bilî tirkî nivîsandin qedexe ye’   Rukenê diyar kir ku dîsa name ji heman girtiyê re nivîsandiye û piştî çend rojan bi nîşeya ‘ji derveyî tirkî nivîsandin qedexeye’ hat radestkirin û wiha pê de çû: “Ji ber hevala min li sazê dide min gotinên strana kurdî jê re şand. Lê şûnde hat vegerandin. Ez ê der barê vê de gilî bikim.” Her wiha Rukenê diyar kir ku fulareke ku hevala wê jê re şandibû jî ji ber reng hatiye desteserkirin.