ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-20 09:00:14   *Girtiya siyasî ya bi navê Rûken Turemîş a li girtîgeha Jinan a Sîncanê ye, nameya wê ya  ku gotina strana kurdî tê de hebû bi hinceta ‘ji derveyî tirkî nivîsandin qedexe ye’ hat radestkirin.  Her wiha fulara ji bo Rukenê hatibû şandin jî hinceta ‘rengê biguman heye’ nehat dayîn.Rukenê diyar kirku ew bi zîhniyeteke ku ji reng û stranan ditirsin re rû bi rû ne.   *DÎFAK a ku di serdema 33'emîn de dest bi dersan kir, wê di çarçoveya projeya ku bi Sefaretxaneya Hollandayê re bi rêve dibe atolyeya "Ciwan û Wêneyan" li dar bixe. Pinar Akyildiz derbarê perweredeya wêneyan de agahî dan wiha got: "Em bangli hemû hunerhezên li Amedê dikin ku di rojên wêneyan de piştgiriyê bidin me."   *Jinên ji Kobanê ku ji ber şer reviyan û ji neçarî sînor derbaskirin hatine li Amedê bi cih bûne, ji bo debara xwe bikin li zeviyên pebûyan dixebtin.  Jinên ku bi heqrojeke gelek kêm  û di bin şert û mercên gelek xirab de dixebitin  heqê keda wan nayê dayîn. BI DÎMEN   *Xizmên Hêlîn Palandoken a ji aliyê mêrê bi navê Mustafa Yekgîn ve hat qetilkirin, diyar kirin ku bila edalet pêk bê, agir ket mala me bila nekeve malên kesên din û bila ev ya dawî be. BI DÎMEN   *Parêzeran diyar kir ku li gel hemû îtîrazan qanûna di meclîsê de derbas bûye qebûl nakin. Parêzeran diyar kir ku bi qanûnê re jiyana civakî û hiqûqa malbatî li gorî referansên olî wê bên plankirin.   *Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ucayê bi lêv kir ku divê der barê nûçeyên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de derdikeve de hewldan bên destpêkirin û her wiha diyar kir ku Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd e û ji tiştekî biçûk CPT û AKP berpirse. BI DÎMEN   *Li Şirnexê di Hezaza sê roj berê hat jiyîn de ji karkerên jiyana xwe ji dest dane yek Abdullah Kayaş bû. Kurê Abdullah Kayaş diyar kir ku ger ew kar nebîne ew ê jî di kanê de bixebite û wiha got: “Wê madenê ne tenê bavê me, xeyalên me jî girt.”   *Di demên dawî de pêkanînên tehdîd û revandinê yên polîs û koma xwe wek Tîma Ewlehiya Cemawerî (KGT) dide nasîn zêde bûne. Herî dawî polîs bi telefonê li Seroka ESP’a Enqereyê Dîdar Gulê geriyan û tehdîda ‘dor hatiye te’ kirin.  Dema ji bo gilîkirinê serî li dozgeriyê jî dan bersiva ‘Hun xistine qunçik, ma çi dibe’ hat dayin.   *Di 21’ê Adarê de xwendekarê zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ku ji Meletiyê ji bo Newrozê hatibû Amedê bi îdiaya ‘bombeya zindî ye’ hatibû qetilkirin. Îdianameya der barê qetilkirina wî temam bû. Dayika Kemal, Sîcan Kurkutê îdianame nirxand û got: “Ez bi hiqûq û edelata kesên dayik ji ewladê wê kirin, bawer nakim.”   *Piştî Kerkuk ji hikûmeta Iraqê û hêzên Haşdî Şabî re hat hiştin şûnde şikestin hat jiyîn. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku ev şikestin bi yekîtiya Kurdan dikare bê çareserkirin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî geşedanan rexne kir. BI DÎMEN