Nesrîn Abdullah: “Bajarê kuştin û qetîlkirina jinan îro veguherî qada azadiyê" 2017-10-19 16:20:54   Sorgul Şêxo   REQA - Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Nesrîn Abdullah rizgarkirina Reqayê wekî rizgarkirina hemû jinan nirxand.   Piştî ku Reqa  hat rizgarkirin ji aliyê fermadnariya YPJ'ê li çarxereya Neînê bi tevlîbûna hezaran şervanên YPJ'ê daxuyaniyek fermî hat dayîn. Têkildarî vê mijarê Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Nesrîn Abdullah rizgarkirina Reqayê nirxand.   Nesrînê diyar kir ku hemû jinên bi zilma DAÎŞ’ê rû bi rû mane îro dikarin ji nû ve û bi nêrînek azad çavên xwe vekin û  wiha got:”Rizgarkirina Reqayê ji bo hemû jinan wateyek cuda ye. Ev qada ku DAÎŞ’ê  wekî ‘qada mirinê’ bi nav kiribû îro bi serxwebûnek bê hempa ji aliyê şervanên bi rûmet rizgar bûye. Li vî bajarê azad êdî mirov dikarin bi awayekî serbixwe bijîn.”   Herî dawiyê Nesrînê wiha got:”Mirov bi hewldan û têkoşînê dê her bi ser bikevin. Em jî bi têkoşîn û hewldana xwe li Reqayê bi ser ketin. Soza ku me dabû îro me bi bedelekî giran bi cih anî. Em ê her bi hêz bin ku ji bo azadî û rûmet bi ser bikevin.”