'Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê qanûnê li ber xwe bidin' 2017-10-19 14:21:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Anarşît ên ku li dijî qanûna muftîtiye ku di meclisê re hat derbaskirin daxuyanî dan, bang li hemû jinan kirin ku li dijî qanûnên jiyana wan tehdît dikin û bi giştî li dijî dewleta baviksalar li ber xwe bidin.   Pêşnûmeqanûna ku erka mahrê dide muftiyan li gel bertekên jinan di Lijneya Giştî ya Meclisê re hat derbaskirin û bû qanûn.  Piştî pêşnûmeya ku di meclisê re hat derbaskirin jinên Anarşîst ên ku daxuyanî dan bal kişandin ser qanûnên demên dawîn ku ji aliyê AKP'ê ve tên derxistin civak muhafazakar tê kirin.   Jinên Anarşît di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku qanûna zarokên 12 salî jî dikarin bigirin di nava xwe de dihewîne divê ku wekî stratejiyeke li dijî jinan bê pênasekirin û wiha gotin: "Îtîdarên baviksalar dixwazin ku di kesayeta jinê de hemû civakê di bin serweriya xwe de bigirin. Em wekî jinên anarşît van qanûnên we yên ku hûn niqaş dikin qebûl nakin  û dibêjin ku em ê li ber xwe bidin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê qanûnê rabin ser piyan û li ber xwe bidin."