Ji Parêzerên Abdullah Ocalan cara 697’an serlêdan 2017-10-19 12:05:01   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 697’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Îbrahîm Bîlmez û Ebru Gunay ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve bû 697 car ku parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine.    Ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re 696 car bi hincetên wek “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tê astengkirin.