Li Sûrê gava xerakirinê ya 2’yemîn dest pê kir 2017-10-18 15:03:00   AMED - Li Taxên Alîşapa û Lalebey ên navçeya Sûrê xerakirina gava 1'emîn bi dawî bû, dest bi xerakirina gavên 2'yemin dikin.   Di bin navê “Veguhestina Bajarvaniyê” de di 23’ê Gulanê de dest bi rûxandina taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûra Amedê hatin kirin. Rûxandina gava 1’emîn a taxên Sûrê bi dawî bû. Li şûna rûxandina Etapa 1’emîn a taxa Alîpaşa, înşeat dest pê kir. Niha jî dest bi amadekariyên rûxandina Etapa 2’yemîn kirin.    Epsaş a Dîcleyê bi polîsan re ketin Kolana  taxa Alîpaşa û dest bi amadekariyên rûxandina Etapa 2’yemîn kirin. Ekîpê, têlên ceyrana taxê qût kirin, hinek stûnên ceyranê daxistin xwarê û nîvê taxê bê ceyran ma.