Berxwwedana Yukselê di roja 340'an de ye 2017-10-14 16:09:14   ENQERE - Çalakiya grêva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 220'an de dewam dike, polîsan dîsa êrîşî çalakiya piştgiriyê ya li Kolana Yukselê hatiye destpêkirin, kirin.   Çalakiya grêva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça 220 roj li dû xwe hişt, çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 340'an de dewam kir. Koma xwest piştgiriyê bide Nuriye û Semîh li Kolana Konurê li hev kom bûn, xwestin li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin. Lê wekî her roj polîsan dîsa bîrdarî bi mertalan dorpêç kir û nehişt girse derbasî qadê bibe.   Girseya ku xwest panqarta Nuriye û Semîh vekin, polîsan êrîşê wan kir. Di dema êrîşê de Îlker Işik, Mehmet Dersulu, Sultan Aydogan û Perîxan Pulat hatin binçavkirin.