Şervanên YPJ’ê azadiya Reqayê bi govend û stranan pêşwazî dikin 2017-10-14 15:40:05   Sorgul Şêxo   REQA -Şervanên YPJ'ê bi moralekî bilind govenda azadiyê di hundirê Reqqa yê de digerînin.   Pêngava Rizgarkirina Reqqayê bi hemû dijwariya xwe didome, kêlî bi kêlî û bi berxwedaneke bê hempa Reqqa tê rizgarkirin. Li milekî din jî şervan di pêngava dîrokî de bi hezaran sivîl, jin û zarokan rizgar dikin. Bi van serkeftinên şervanên YPJ’ê û YPG'ê govenda azadiyê di Reqqayê de digerînin û bi moralekî bilind tilîliyên azadiyê bi deng dikin. Em dikarin bêjin ku rizgarkirina Reqqayê  nêz e.   Şervana YPJ'ê Stêrk Masîro diyar dike ku dema ku ew ber bi serkeftina Bajarê Reqayê ve diçin asta moralên wan gelek bilind in û wiha dibêje: "Reqqa ber bi rizgarkirinê ve diçe û moralê me gelek bilind e. Em kêfxweş in  bi rizgarkirin û serkeftina Reqqayê. Em ê Reqayê bi temamî rizgar bikin û bi  gelê  xwe re govenda azadiyê bigerînin."   Zîlan Bêrîtan jî ji bo kêliyên rizgarkirinê wiha hestên xwe rave kir:" Em kêlî bi kêlî ji bo berxwedanê  pêş ve diçin, ev ji bo me kêfxweşiyeke mezin e. Em sivîlan ji nav destên DAÎŞ'ê rizgar dikin. Soza  me ew e  ku em jinên Reqayê ji nav destên DAÎŞ'ê rizgar bikin û jiyaneke azad ji wan re ava bikin.     Hêjayî gotinê ye ku şervanên YPJ'ê soza ku ji  bo rizgarkirina Reqayê dabûn, êdî kêlî, bi kêlî pêk tînin û bi berdêlên giranbûha êdî Reqayê ber bi rizgarkirinê ve dibin.