Rojnamegerên Jin: Em ê bibin şopdarên Dilîşanê 2017-10-14 13:50:23   AMED - Di encama êrîşa hovane de nûçegihana ANHA’yê Dilîşan Îbîş jiyana xwe ji dest da. Rojnamegerên jin diyar kirin ku  Dilîşanê ne bi tenê rojnamegerî dikir her wiha li dijî zihniyeta erîl a DAÎŞ’ê jî têkoşîn dida û wiha gotin:”Em pênûsa Dilîşanê li erdê nahêlin û karê ku nîvco ma em ê temam bikin.”   Rojnamegerên jin diyar kirin ku ew pênûsa Dilîşanê li erdê nehêlin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal anî ziman ku Dilîşanê hem rojnameger bû û hem jî di qadê de têkoşîna azadiyê dikir. Dilîşanê li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê têkoşînek giranbiha da û wiha pê de çû: “Dilîşanê wek jinekê ne bi tenê rojnamegerî dikir, hem li dijî zîhniyeta erîl a DAÎŞ’ê û hem jî li dijî zordestiyê têkoşîn dikir. Dilîşanê  berxwedana jinê vedigot û dinivîsan. Dilîşanê li dijî êrîşên ku DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn pêk dianî berxwe dida û ew ji me re mînak e. Em ê karê wê yê ku nîvco maye temam bikin.”   ‘Em wek rojnamegerên jin pênûsa Dilîşanê li erdê nahêlin’   Rojnameger Pêrihan Kara jî anî ziman ku Dilîşanê hem wek jinekê û hem jî  wek rojnamegerekê di qadên şer de ji bo rastiyan ragihînin têkoşîneke mezin da û wiha bi lêv kir: “Dilîşan li dijî êrîş û hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê  bê deng nema. Her tim li pey rastiyan meşiya. Di qada şer de ji bo rastiyan ragihîne têkoşînek da û jiyana xwe ji dest da. Em wek rojnamegerên jin pênûsa Dilîşanê li erdê nahêlin û tu carî ji rastiyan tawîz nadin. Ji bo em rastiyan ragihînin em ê têbikoşin.  Em ê bibin şopdarên rêya Dilîşanê  û li qadan bin.”