Jinên Mêrdînê di atolya Jîneolojiyê de tên cem hev 2017-10-14 09:06:37   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN- Jinên tevlî atolya Jîneolojiyê ya ji aliyê Platforma Jinên Mêrdînê ve hatiye vekirin bûn diyar kirin ku ew li dijî pergala ku wan ji hev dikin wê têbikoşin.   Platforma Jinan a Mêrdînê ku hemû jinên Suryanî, Kurd, Ereb, di bin sîwaneyekê de berhev kirin, di 3’ê Adarê de ava bû.  Platform her tim bi jinan re tên cem hev û ji bo pirsgirêkên jinan li çareseriyê digerin. Xebata dawî ya platformê atolya Jineolojiyê bû.  Di hefteya yekem a atolyê de jîneolojî hat nîqaşkirin.   Endama Platformê Adalet Kayayê der barê atolyeyê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku atolye li dijî bandora OHAL’ê ya li ser jinan pêvajoyek başe û got jinan di atolyeyê de li ser xwenaskirinê nîqaş meşandine. Adaletê wiha got: “ Ji bo qezenckirinê, hunandina jinûve a jiyanê û avakirina hişmendiya jinê me atolya xwe da destpêkirin. Bi OHAL’ê re gelek jin hatin îxrackirin û li dijî pirsgirêkan têkoşîn meşandin.  Qezencên me ji destê me girtin lê em destur nadin vê.  Em koletiyê qebûl nakin.  Emê li dijî vê rêbazên xwe yên têkoşînê pêş bixînin.”   ‘Emê qezencên xwe mezin bikin’   Adaletê da zanîn ku ew jî hatiye îxrackirin û got ew li dijî jiyana li wê hatiye ferzkirin têdikşe û wateyê dide jiyanê û got her jin divê ewil ji xwe dest bi nîqaşan bike û wiha pê de çû: “Li atolyê jinên wek min hatine îxrackirin û hepsê malê hatine kirin hene.Hewl didin me ji hev bikin û me li hember hev biyanî bikin. Emê jî bi hevkariya van atolyeyan xurtir bin. Emê hewl bidin qezencên xwe mezin bikin. He rwiha emê xwe bigihînin pirtir jinan.