Di Pêngava Bagera Cizîrê de nûçegihana ANHA'yê Jiyana xwe ji dest da 2017-10-13 16:26:15 NAVENDA NÛÇEYAN-Ji nûçegihanên ajansa ANHA'yê ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopandin, di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî sivîlan de   Dilîşan Îbiş jiyana xwe ji dest da.  Duh êvarî saet di 18.30’an de  li dijî sivîlên ku ji faşîzma çeteyên DAIŞ’ê direviyan û dixwestin ku werin qada di bin kontrola QSD’ê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke bi du wesayitên bombebarkirî pêk anîn.  Di encama vê êrîşa hovane de, ji nûçegihanên Anhayê  Dilşan Îbîş jiyana xwe ji dest da û nûçegîhanên bi navê Rizgar Deniz û Hogir Mihemmed jî di nav  de 43 sivîl birîndar bûn. Ji sivîlên ku hatin birîndarkirin 9 kesî jiyana xwe ji dest da.   Nûçegîhan Rizgar Denîz û Hogir Mihemed yên ku birîdar bûn û li nexweşxaneyan tên  dermankirin. Hat aşkerakirin ku rewşa Rizgar Deniz baş e. Lê ya  Hogir Mihemed giran e û  di bin kontrolê de ye.   Ajansa Nûçeyan a Hawarê ji malbata Nûçegîhana ANHA'yê  Dilîşan Îbiş û hemû malbatên qurbaniyên teqînê re sersaxî xwest  û şîfaya lezgîn ji nûçgihan Rizgar Denîz û Hogir Mihemed û hemû birîndaran re xwest.