Di serdegirtina malan de 34 kes hatin binçavkirin 2017-10-13 10:38:57   NAVENDA NÛÇEYAN -  Serê sibehê li 6 bajaran di serdegirtina malan de 14 jin, zarokek, bi giştî 34 kes hatin binçavkirin.   Sibê zû li Edene, Enqere, Stenbol, Dîlok, Riha û Şirnêxê ji aliyê polîsan ve bi piştgiriya hewayê serdegirtina malan pêk hat û di malan de legerîn hat kirin. Di serdegirtina malan de 14 jin, zarokek, bi giştî 34 kes hatin binçavkirin.   Hat diyarkirin ku li Edeneyê kesên ku hatin binçavkirin birin Miduriyetê Edeneyê, yên li bajarên din hatin binçavkirin jî birin Edeneyê.