Ciwanên Sûrê bi piştgiriya dewletê ji rê tên derxistin 2017-10-13 09:23:33 AMED - Dewleta ku Sûrê bi hilweşînan nekare biçewisîne, niha ciwanên wê bi komele û weqfan bê bandor dihêle.  Komeleyên bi piştgiriya dewletê li Sûrê hatine vekirin, hedef dike ku ciwanan bê nasname bihêlin û serî bi wan bide tewandin. Bi mehan e li taxa Alîpaşa û Lalebeyê hilweşîn didomin û  hewl tê dayîn ku bi hilweşînê re avabûna demografîk a navçeyê bê guhertin. Niha AKP û cemaatên nêzî wan ji bo ciwanan biguherin ‘navendên ciwanan’ vedikin.  Weqfa Xizmeta Ciwan û Perwerdê ya Tirkiyeyê ku di nelêrêtiya 17’ê Qanûnê de hat rojevê û di sala 2011’an de bi muafiyeta bacê hat rojevê, li Sûrê hat vekirin.   AKP îdeolojiya xwe bi guherînên di mifredata perwerdê de kiriye, hem li dibistanan hem jî li navçeyên cuda ji bo ciwan û zarokan weqfan vedikin.  Ev weqfên li Kurdsitanê ku wek navendên asîmîlasyon û sîxuriyê tên dîtin, hewl dide ciwanên Kurd bênasname bihêlin.   Sûra ku di hedefa dewletê de ye, bi komeleyên tên vekirin dixwazin nifşên ku serî ditewînin bigihînin.   Li Sûrê bi piştgiriya hikûmetê  saziyên ‘Navenca Ciwanan a Sûrê ya Amedê’, ‘Ji bo Siberojên rojî  Komeleya Alîkarî, Çand, Azadî û Maf’ û ‘Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê’ hat vekirin. Ciwanên Sûrê jî diyar kirin ku wê li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê nasnameya xwe biparêzin.