Latîfe cenaza nevî û birayê xwe yê di goristana bêkesan de ye dixwaze 2017-10-13 09:19:27   MÊRDÎN - Latîfe Akyuz a ku di berxwedana rêveberiyên xweser a li Nisêbînê de nevî û biraziyê xwe wenda kir, diyar kir ku bi mehan e dewlet wan bi qedexeya goristanê û hinceta DNA’yê mijûl dike.   Latîfe Akyuz ya di pevçûnên rêveberiyên xweser ên Nisêbînê de biraziyê xwe Îbrahîm Akyuz û neviyê xwe Mehmet Şîrîn Akyuz wenda kir, diyar kir ku tevî teşîsa DNA’yê  hîna cenazeyê wan li goristanê tên sekinandin.   ‘Her du jî di goristana bêkesan de ne’   Latîfeyê diyar kir ku  di pevçûnan de Mehmet û Îbrahîm li cihên cuda jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir: “Her du jî heta qedexeya dawî  di hundir de man.  Îbrahîm li taxa Zeynel Abîdîn û Mehmet jî li taxa Abdulkadîrpaşa şehîd ket. Piştî pevçûnan me nizanibû ku cenaze birine ku derê. Me cenazeyê Mehmet 6 meh berê yê Îbrahîm jî mehek berê dît.  Her du jî li Rihayê li goristana bêkesan hatine veşartin.  Tevî ku meh derbas bûne cenazeya herduyan jî nedane me. Tevî me daxwazname dan jî cenaze radest nekirin.   Latîfeyê daxuyakirin ku ev salek û nîve bi hesreta goristanên wan dijîn û got dewlet biryar dide ku cenazeyên wan li ku bên definkirin. Latîfeyê diyar kir ku dewlet ji miriyên Kurdan jî ditirsin.