Li Girkêlegê rola jinê hat nîqaşkirin 2017-10-12 14:20:32   GIRKÊLEGÊ- Li Girkêlegê Kongreya Star ji bo erk û rola jinê ya di warê  hevserokatiyê de bi komînan re civîn li darxist.   Li Bajarokê Girkêlegê yê Kantona Cizîrê li sendîqaya kedkaran ji aliyê Kongreya Star ve bi tevlîbûna bi dehan  jinên kurd, ereb civînek hat li darxistin. Ev civîn ji bo naskirina jinan a di warê xebatên hevserokatiya komînan de bû. Her wiha rol û erka ku dikevin ser milên jinan, di rêvebirina civaka hevbeş de hat nîqaşkirin.   Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Rêvebertiya Kongreya Star Fîdan Sîdo dest bi civînê kir.    Endama Rêveberiya Kongreya Star Fîdan Sîdo wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em îro di rojên dîrokî de derbas dibin, hem ji aliyê leşkerî ve û hem ji aliyê siyasî ve. Bi Hevserokatiya Komînan em ê civaka exlaqî ava bikin. Ev civak wê dûrî hemû rengên deslatdariyê be û hevserokatiya jin wê mohra xwe li erka meşandina civakê bixe. Xaleke vê sîstemê ya bingehîn ev sîstema jinê ye. Êdî wê  jinê bêtir xwedî li nirx û tekoşîna xwe derbikevin. Fikrên ku jinê daye rûniştandin, îro berhemên wê di hevserokatiya komînan de derdikeve holê. Jin civakê bi rêxistin dike. Piştî ewqas salên zor û zehmet di şoreşa civakî de, jin bi keda xwe bi ser ket.   Fîdanê di berdewamiya axaftina xwe de bibîrxist ku jin  xwedîyê  roleke  mezin in û wiha domand: "Di komînan de divê ku zîhniyeta jinê were naskirin. Bi rêveberiya komînan re jin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Divê ku jin xwedî li serkeftina xwe derbikevin û tim di  nav pêşketinan de bin. Dûrî hemû berjewendiyên kesayetî bin."   Piştî axaftina endama Rêvebertiya Kongreya Star Fîdan Sîdo civîn bi pirs û bersivên hevserokên jin hat bi dawîkirin.