Parêzeran Abdullah Ocalan cara 694’an serî li dozgeriyê dan 2017-10-12 11:59:39   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 694’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Îbrahîm Bîlmez û Ebru Gunay ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve bû 694 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin.    Ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re 693 car bi hincetên wek “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tê astengkirin.