Di Bin Banê Şaredariyê De Karê Ekolojiyê 2017-10-12 11:41:26   Kawenda Hîlalî   KOBANÊ- Di xwezayê de pîrozbûna jin û ekolojîyê ev e ku bi hev re jiyanê diafirînin.Bê guman ji kurahîya dîrokê heta roja me ya îro herî zêde ya ku bi jiyana ekolojîk re mijûl dibe jin e. Loma jî di her warî de hewldanek jinê ya bê dawî heye.    Rojavayê Kurdistanê di warê ekolojiyê de kêm maye. Sedema vê yekê jî desthilatdariya rejîma Sûriyeyê bû. Piştî şer û şoreşa ku di nav van sê salan de pêk hat, derfetên gelê Kurd hatin avakirin. Ji nû ve avakirinek hat despêkirin. Yek ji van Kantona Kobanê ye ku piştî hilweşandinê ji nû ve hat avakirin. Di heman demê de jî, di milê ekolojîyê de ji nû ve şînkirin hat destpêkirin. Di derbarê karê Ekolojiyê de Şevîn Qulaxasî xebatkara şaredarîya Kobanê û endama karê ekolojiyê jî hestên xwe wiha tîne ziman: "Jin û xweza bi hev re girêdayîne, ji hev qut nabin. Hebûna ekolojî û jin bi hev re  girêdayîne. Di dema avabûna mirovahiyê de jinan pêşengtiya jiyana xwezayî û ekolojîk  dikir. Jinê xwe di nav xwezayê de xwedî dikir, giya kom dikir ji bo jiyana  xwe û zarokên xwe berdewam bike . Pişt re  jiyana çandiniyê  ava kirin. Mêr her dem ji  derve û bi nêçîrê  mijûl dibûn. Ev dîrok heta roja me ya îro jî berdewam kiriye. Dayîkên me diçin gihayê kom dikin tînin ji bo xwarinê çê bikin. Ev ji gîrêdan û xwedîderketandina çanda jina kurd e, xwe heta niha jî dide berdewam kirin. Weke ku Ocalan jî dibêje; "Em di destpêka dîrokê de û dîrok jî di roja me de veşartîye." Li  civakê  binêrîn jin girîngiyê didin ekolojiyê û di nava hewşa xwe de kulîlkan diçînin û cureyê şînkahî û daran diparêzin. Ev girîngdayina jinê ya ekolojîk e. Çawa ku xweza sal bi sal xwe nû dike, jin jî heyv heyv xwe nû dike. Ev girêdana jinê bi xwezayê re ye."    Jin karê ekolojiyê dikin   Şevînê wiha dewam kir û got: "Em wek jin di nava şaredariya Kobanê de bi karê ekolojîyê ve mijûl dibin. Bi qasî îmkanên xwe em di xwebata ekolojîyê de kedê didin. Heta niha me 500 şitlên darên xurmê, sêv û li ser rêyan sê rêz dar çandiye. Berê jî me 100 şitlên din  li qada Azadî û qada Ş. Egîd dabû çandin. Li nav daristanê jî hemleya paqijîyê daye destpêkirin û li taxa Ş. Peyman. me bexçeyê zarokan çêkiriye û ji bo bîranîna şehîdên pirsûsê me navê bexçe kir  'Şehîdên Pirsûsê'."   Her wiha Şevîn diyar kir ku wê di demên pêş de karên xwe berfireh bikin û wiha berdewam kir:  "Projeyên me yên şînkirinê hene. Niha jî karê parqên qada Sarayê û ya 19`ê Tîrmehê berdewam dike. Em ê nav bajêr û derdora rêyan jî hîn zêdetir bidin şînkirin. Em soz didin ku heta em bikaribin em ê karê ekolojîyê pêş bixin."   Herî dawî Şevîn, bang li jinên Kobanê kir û got: "Em dixwazin jinên Kobanê bi me re bibin alîkar. Li hewş û derdora mala xwe di nava kuçeya xwe de dar û kulîlkan biçînin. Neyarên me dixwazin bajarên me hilweşîne û tune bike lê em destûrê nadin û em ê  careke din bajarê xwe  ji nû ve şîn û ava bikin û jiyanê xweş bikin. Ev ji bo me pêwîst e û dê bi destên jinê  pêk were."