Li Qamişlo Yekemîn Festîvala Osman Sebrî 2017-10-12 10:32:48   QAMIŞLO – Yekemîn festîvala Osman Sebrî li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hûnerê bi rêveberiya desteya çand û hûnerê hate li darxistin.   Di 11’ê Cotmehê de yekemîn festîvala Osman Sebrî ya çand û hûnerê li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hûnerê ya li Taxa Xerbî ya girêdayî Bajarê Qamişloyê bi alîkariya rêveberiya desteya çand û hûnerê, di bin dirûşmeya"Wêjeya gelan li Rojava zindî dibe" hat li dar xistin.   Bi dehan mêhvan û giştî sazî her wiha ji kantona Efrînê, Kobanê û ji Bajarê  Minbicê jî amede bûn. Her wiha Koma Cûdî bi pêşkêşkirina stranên xwe moralê mêhvanan bilind kir.   Di despêkê de deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê hate girtin. Piştre  ji aliyê rêveberiya xweser a çand û hûnerê Ebîr Hesaf xêrhatina hemû mêvan, nûner, sazî, rojnemevan, rewşenbîr  û rêveberiyan kir û wiha got:" Ez festîvala yekemîn li hemû kesên amede pîroz dikim. Ev cihê serkeftinê ye ku em li cihekî wiha giranbiha festîvaleke wiha watedar li dar dixin. Ez dîsa serkeftinê ji hemû kesê ku ji bo vê rojê ewqas ked dane re dixwazim.”   Her wiha ji Kantona Kobanê Şêrîn Şêxo wiha anî ziman:" Ez festîvala yekemîn a Osman Sebrî ya wêjeyê nemir  li we pîroz dikim. Em bi hêvî ne ku festîvalên bi vî rengî dê xizmeteke baş bide çand û hunera kurdî.”   Ji bajarê Minbicê Xezal Yusuf hestê xwe bi helbestekê anî ziman û wiha got:" Ji Minbicê bi helbest û wêje, em hatine ber bi Bajarê Qamişloyê . Minbic û Qamişlo di dilê me de gelekî watedar in."   Divê festîvalê de yê ku asta yekemîn de xelat girt rojnemevan Elî Roj, asta duyemîn de  rewşenbîr Cemîle Mihemed û asta sêyemîn jî helbestvan Emîra Mistefê girt.   Di dawiya şahiyê de Koma Cûdî stran bi awayekî xweş û coş got, moralê kesên ku tevlî festîvalê bûbûn  jî bi stranên xwe bilin kir.