Gundê Jinwar jîngeha azad e! 2017-10-12 09:03:08   Şêrîn Zêrevan    DIRBÊSIYÊ - Gundê Jinwar ê girêdayî Bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê ji ber ku bi keda jinê hatiye avakirin nav û dengê wî li cîhanê belav bûye û her kes dixwaze ku bê gund bibîne.     Gundê Jînê Jinwar ku girêdayî Bajarê Dirbêsiyê ye û bi keda jinan hatiye avakirin bala hemû jinan dikşîne û ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya meraqê. Gundê Jinwar ji bo her jineke ku li pirsa  çawa bijîm digere wê bibe bersiv. Ji ber ku gundê Jinwar mînaka yekem e li cîhanê bala hemû kesî dikişîne û heta niha gelek kes ji deverên cuda cuda hatine û ev gun ziyaret kirine. Endama Komîteya Gundê Jinwar Feraşîn Zerdeşt derabarê avakirina gunde agahî dan û got ku xebatên avakirina gund berdewam dikin û heta niha 21 xanî li gund hatine avakirin.   'Jinwar ji bo jinan bûye hêvî'   Endama Komiteya  Gundê Jinwar Feraşîn Zerdeşt derbarê avakirina gundê Jinwar de diyar kir ku Gund ji bo hemû jinan bûye hêvî û ev tişt got:" Projeya gundê Jinwar bi fikra rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan hatiye pêşxistin. Armnaca vî Gundî ew e ku li jinê û li keda wê xwedî bê derketin û derxistina holê ya vîna jinê ye. Me beriya 5 mehan dest bi avakirina gundê Jinwar kir. Di despêkê de projeya Jinwar kir û di serî de me ji bo vî gundî proje xêz kir.  Paşê li gorî projeyê cihê ku hatibû diyarkirin hat kolan û avakirina malan hat destpêkirin. "   Feraşîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gundê Jinwar piştî avakirina wî hat destpêkirin ji bo her kesî bû mijara meraqê û Mirovan  ewqasî meraqê, heta niha gelek kes ji bo ku gund bibînin hatine vî gundî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesekî hêvî nedikir ku jin karibe bi tena xwe li Rojhilata Navîn xwe li ser lingan bigire, bi parêze û gundekî ekolojîk ava bike. Lê ev tişta ku ji bo jinên Rojhilata Navîn xeyal bû bi destê jinên rojavayê Kurdistanê bû rastî û gundê Jinwar ê ekolojîk yê jinê hat avakirin."   'Li gundê Jinwar 21 mal amade ne'    Feraşîn diyar kir ku wê li gund bi giştî 30 xanî bên avakirin  wiha berdewam kir: "Li gund hetanî niha  21xanî hatine çêkirin lê piştî ku hejmara xaniyan bigihîje 30 wê hejmara xaniyan a li gund biqede û gund ji bo jiyaneke ekolojî a jinan amade be. Ji bo qedandina gund me 2 sal diyar kiribûn. Lê bi vê xebata ku em dikin heta ku du sal biqedin ji bo ku ji gund re xizmetê bikin wê dibistan, nexweşxane jî bên avakirin."   Feraşîn li ser mijara ku wê kîjan jin li gundê Jinwarê bijîn jî agahî dan û wiha got: "Wek ku tê zanîn li Bakûrê Sûriyê şoreşek tê li darxstin û bi piranî ji şerê ku tê kirin jin bi bandor bûn. Ji ber ku piraniya jinan hevjînên wan di çeperên de şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê  ku li gundê Jinwar bi taybet ji bo hevjînên Şehîdan tê avakirin û jinên ku bi temenê xwe mezin  û ne zewicî ne jî dema ku bixwazin wê karibin li gundê jinwar bijîn. Bi giştî ez dikarim bibêjim ku ev gund ji bo jinên li Bakûrê Sûriyeyê dijîn wê bibe stargehek a ekolojîk."