'Baweriya Serok bi jinan hebû, parastina azadiyê wî jî peywira me ye' 2017-10-11 18:07:42   WAN - Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, di panela TJA'yê ya li Wanê hat pêkanîn de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Baweriya Serok bi jinan gelek hebû. Divê em jî wê baweriya wî  bibersivînin, parastina azadiya wî peywira me ye. Ger ku em tênekoşin, dewlet destûrê nade em pê  re hevdîtin bikin."    Hevparên Tevgera Jinên Azad  (TJA) yên Wanê, bi dirûşma “Em ê komkujiya li ser jinan rawestînin, jiyanê azad bikin û wê Tecrîd winda bike azadî dê bi ser bikeve" li avahiya HDP'ê ya Artemêtan panel pêk anî. Panela ku Hîndekara Ziman Elif Gemîcîoglu pêşkêşî  jê re kir, Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan Hevşaredara Artemêtê ya ji kar hat dûrxistin Sevîl Rojbîn Çetîn di panelê de axivîn.    Ji bo azadiya jinan di ber xwe dide   Di panela ku gelek jin beşdar bûn de Hevşaredar Sevîl Rojbîn Çetîn, li ser "Komkujiya Jinan" rawestiya. Rojbîn, diyar kir ku gelek faktorên kuştina jinan hene û wiha got: "Faktora herî mezin şerê niha li cîhanê didome ye. Her ku hêzên îktîdarê li ser jinan tundiyê zêde dikin ew jî ji bo azadiya xwe zêdetir di ber xwe didin. Îktîdara AKP’ê 15 salin jinan di malê de hepis dike. Tenê di serdema AKP'ê de 13 hezar jin rastî tundiyê hatin. Îktîdarê hemû jinên ku têkoşiyan û di ber xwe dan ji bo xwe talûke dît. Nêzîkatiya cenazeyê Dayika Taybet nêzîkatiya hemû jinan e. Erka nîkahê ku dide muftiyan koletiya jinan esas digire. Rê li pêş zewaca zarokên 12-13 salî vedike.    'Ji ber ku ez wî nas dikim pir kêfxweş im'   Parlamentera HDP'ê Pervîn Buldan jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîd bi awayekî herî girankirî li ser  birêz Abdullah Ocalan didome. Heta niha li ser gelek kesan tecrîd pêk hatiye. Lê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ji hemû tecrîda girantir e. Niha li girtîgehên Tirkiye li ser gelek girtiyan tecrîd heye. Lê tecrîda tu kesî bi qasî ya li ser Ocalan tune ye. Birêz Abdullah Ocalan pir berê ji mere gotibû. Me di 2011'an de bi Birêz Abdûllah Ocalan re dest bi hevdîtinê kir. Wê pêvajoyê bi Osloyê dest pê kiribû. Di nava endamên heyeta Îmraliyê de tenê ez nehatim guhertin. Min 33 caran birêz Abdullah Ocalan ziyaret kir. Ji ber ku ez wî pir ji nêzîk ve nas dikim pir kêfxweş im. Niha tu agahiya me der barê tenduristiya wî, şert û mercê wî de tune ye."    'Mijara sereke ya 33 hevdîtinan jin bû'   Pervîn Buldan, anî ziman ku îktîdar dixwaze HDP'ê û hemû hêzên muxalif li dervê siyasetê bihêle û wiha berdewam kir: "Îktîdarê xwest hemû kurdan koçber bike û bişaftinê pêk bîne. Lê gelê kurd bi berxwedana xwe ev polîtika pûç kir. Niha tecrîda tê girankirin divê rojeva her kesî be. Di hevdîtina 33 caran de mijarên sereke azadiya jinê bû. Rêber Apo dixwest mafên jinan bi qanûnan bê parastin û komkujiya li ser jinan tê meşandin bi dawî bibe. Li Amedê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin. Serok li dijî vê yekê pir bi hêrs bûbû. Ji me jî hêrs bû. Got we çawa ev asteng nekir. Got dema hûn ji vir derketin derkevin pêş wî mêrî û hesap jê bipirsin. Birêz Abdullah Ocalan pir qîmet dida azadiya jinê. Niha li ser Birêz Abdullah  Ocalan tecrîda giran heye. Serok pir baweriya xwe bi jinan danî. Divê em beramberî vê baweriyê azadiya wî pêk bînin. Divê em berpirsiyariya pêvajoyê bidin ser milê xwe. Ger ku em tênekoşin, dewlet destûr nade em bi wî re hevdîtinê bikin."   Panel bi pirs û bersîvan bi dawî bû.