Rûmeta mirovatiyê dê îşkenceyê têk bibe 2017-10-11 14:39:58   ENQERE - Polîsan êrîşî çalakiya Kolana Yukselê ya “Em karê xwe paşve dixwazin” kir û herî kêm sê kes bi îşkenceyê xistin bin çavan. Çalakgerên ku hatin binçavkirin li dijî îşkenceya polîsan sloganên “Rûmeta mirovatiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kirin.     Grêva birçîbûnê ya aqademisyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatibûn avêtin, di roja xwe ya 217’an de dewam dike. Nûriyeyê grêva birçîbûnê li qawîşa mehkûman a Nexweşxaneya Nimûneyê dewam dike. Çalakiya ji bo piştgiriya Nûriya û Semîh a bi navê “Êm karê xwe paşve dixwazin” di roja 337’an de dewam dike.   Bi îşkenceyê binçav kirin   Çalakgerên ku xwestin li ber Bîrdariya Mirovatiyê daxwiyaniyê bidin, rastî êrîşa polîsan hatin. Dema ku çalakgeran panqart vekirin polîsan mudaxele kirin. Polîsan panqart ên destên çalakgeran qetandin û bi îşkenceyê ew xistin bin çavan.   Çalakiya ku herî kêm sê kes hat binçavkirin bi protestoya çepikan a welatiyên derdorê bi dawî bû.