'Komploya navneteweyî ya li ser serok Apo em şermezar dikin' 2017-10-11 13:54:27   QAMIŞLO - Di 10’ê Cotmehê de meşeke girseyî ji bo  Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê  Abdulah Ocalan, hat li darxistin.   Di 10'ê Cotmehê de meşeke girseyî bi organîzekirina Rêveberiya bajarê  Qamişloyê, di bin dirûşmeya "Sonda me, em ê Pergala Îmraliyê parçe bikin, bi rêber APO re azad bijîn", "Bimire hêza qomploger",  "Bijî rêber Apo" hat li darxistin.   Bi sedan welatî û giştî saziyên bajarê Qamişloyê beşdar bûn. Meş ji qada Osman Sebirî ya girêdayî Taxa Hilêliyê dest pê kir, bi tilîliyên dayik û dengê ciwanan heta qada Şehîd Robar Qamişlo ya girêdayî taxa Xerbî dewam kir. Di meşê de diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe"  "Bijî serok Apo" hatin berzkirin."   Di despêkê de deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê  hat girtin û ji aliyê nûnerên saziyan axaftin pêk hat. Di axaftinan de hat gotin ku:"Em vê komploya ku dewletên navnetewî li ser Rêberê me dane meşandin, şermezar dikin. Tu hêz di cîhanê de nikare me ji serokê me qut bike. Ji ber ku em fikrê rêber Apo dişopînin"   Meş bi girtina dîlanê û stranên şoreşgeriyê bi dawî bû.