Li rojnameger Ayla Albayrakê ceza hat birîn 2017-10-11 13:35:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojnameger Aylayê ya ku ji bo rojnameya Amerikan Wall Street Journal’ê dixebite 2 sal û mehekê ceza lê hat birîn.   Ji ber nûçeya 19 Tebax a 2015’an a” Li herêma ku kurd lê zêde ne şer giran dibe” lêpirsîn li Aylayê hatibû vekirin. Biryara dadgehê û qeyrana vîzeya di navbera ABD û Tirkiyeyê de hatin heman demê. Di çarçoveya lêpirsînê de bi îdîaya ‘Kirina propagandaya rêxistinê’ 2 sal û mehekê ceza li Aylayê hat birîn.   Aylaya ku li New Yorkê ye diyar kir ku dê biryarê bibe temyîzê. Aylaya ku welatiya Tirkiye û Fînlandayê  derbarê biryarê de wiha got:”Dema ku mirov rewşa Tirkiyeyê ya heyî difikire, ev biryara ku derbarê min de hatiye dayin nabe surprîz.”   Rojnameya Wall Streer Journal jî bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kir ku ev cezaya bê bingeh e.