Li Girtîeh Cehanê girtî di greva birçîbûnê de ne 2017-10-10 17:02:52   MERSÎN - Girtîyên li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê bi riya malbatên xwe ragihandin ku wan li dijî pêkanînên wekî potên yek reng, nedayîna pirtûkan û li  dijî tundiya li ser girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine.   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Ceyhana Edeneyê dimînin bi riya malbatên xwe ragihandin ku wan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Girtiyan diyar kirin ku wan li dijî ferzkirina potên yekreng, nedayîna pirtûkan, lêgerîna kêfî û li dijî tundiyê ji 5'ê cotmehê ve dest bi grva birçîbûnê ya dorveger kirine. Grtiyên ku di greva birçîbûnê de ne anîn ziman ku ger daxwazên wan bi cih neyên anîn wê çalakiya xwe vegurerînin ya bê dem û dorneveger û berdewam bikin.