KCD'ê komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar kir 2017-10-10 13:14:54   AMED - KCD'ê derbarê Komkujiya  10'ê Cotmehê de li Amedê daxwiyanî da û bi daxuyaniya ku da komkujî şermezar kir.    DAIŞ'ê li mîtînga ji hêla hêzên demokrasiyê ve ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê pêk anîn bombe teqandibû, di encama vê teqînê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn. KCD'ê bi minasebeta salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê daxwiyanî da û bal kişand ser lêpirsîna cîdî ku hîn derbarê  kujeran de nehatiye vekirin.    KCD'ê diyar kir ku Komkujiya 10'ê Cotmehê her çiqasî ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin jî derket holê ku ji ber hikûmeta AKP'ê û hêzên ewlehiyê wan parastin û çavên xwe ji kujeran re girtin ev komkujî pêk hat û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: " Enqereyê berdewama komkujî û êrîşên bombeyî yên DAIŞ'ê li Amed û Pirsûsê pêk anîne û diyar e ku heta niha lêprisîneke cidî li kujerên komkujiya 10'ê Cotmehê, rayedarên dewletê yên ku çavên xwe ji vê komkujiyê re girtine nehatiye vekirin."   Êrîşên nijadperest   KCD'ê êrîşên nijadperest ên li dijî gelê kurd bi bîr xisitn û di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: " Êrîş, zext, lînckirin û hewldanên komkujiyê yên di pêvajoya 7'ê Hezîranê de li hemberî buro, mîtîng û gelê me yên metropolan pêk anîn, di bingeha xwe de li hemberî demokrasiya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd bûn. Ev êrîşên bi heman demên re pêk hatin û komkujiya 10'ê Cotmehê wekî hovîtiyekê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt.  Heta niha lêprisîneke cidî li kujerên komkujiya 10'ê Cotmehê, rayedarên dewletê yên ku çavên xwe ji vê komkujiyê re girtine nehatiye vekirin. Ev jî nîşan dide ku  komjiya 10'ê Cotmehê encama projeyeke plankirî pêk hatiye."   Komkujiyên li Kurdistanê   KCD'ê bi daxuyaniya xwe bal kişand  ser komkujiyên li Kurdistanê yên salên dawîn ji aliyê AKP'ê de û ev tişt got: " Komkujî û êrîşên li ser Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex, Hezex, bajar û navçeyên kurdan pêk hatin, bi sedan kurdên sivîl di jêrzemînan de hatin qetilkirin û bajarên me yên hatin wêrankirin û hilweşandin nîşan didin ku ev êrîş bi awayekî sîstematîk hatine pêkanîn. Lê belê rastiyeke din tê zanîn heye ne gelê kurd, ne jî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li hemberî van komkujiyan bêzar nebûne, neketine nava bêhêviyê û tirs nexistiye nava wan. Li hemberî van êrîşan vîna wan xurtir bûye û biyariya wan a têkoşîna azadî û demokrasiyê jî mezintir bûye."    KCD'ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Bi vê bîr û baweriyê em careke din komkujiya 10'ê Cotmehê lanet dikin. Em şehîdên demokrasiyê yên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û  tenduristiya birîndaran jî rojek beriya rojekê baş bibe."