Serêkaniyê û Zirganê Komploya 9’ê Cotmehê Şermezar kirin. 2017-10-10 11:13:03   SERÊKANIYÊ - Bi hezaran gelê Serêkaniyê û Zirganê bi dirûşmeya“Sonda me perçekirina pergala îmraliyê ye û bi serok re azad jiyan kirine”  Komploya 9’ê Cotmehê ya Navnetewî bi girseyî şermezar kirin û dilsoziya xwe ya bi Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan re anîn ziman.   Gelê Bajarê Serêkaniyê û Zirganê li ser bi boneya komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ku di sala 1998’an de pêk hat û rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji Sûriyeyê derket, bi meşeke bi heybet şermezar kirin.   Meş li ber Meclîsa Gel dest pê kir. Hemû saziyên Serêkaniyê, Zirganê, şervanên YPG û YPJ’ê di meşê de amade bûn. Gelên Serêkaniyê bi posterê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, alên YPG,YPJ tevlî meşê bûn.   Li ser navê mamosteyên serêkaniyê Mamoste Şîrîn axivî û got;” hemû ev nişan dide ku komploya navnetewî ya ku li hemberê Rêber APO hatiye pêkanîn niha li ser gelê kurd û destkeftiyên azadiyê dewam dike.”   Piştre li ser navê Kongreya Star Rîhan Xelîl axivî û got; “em bi hezkirin û hesreteke mezin slav, heskirin û bêrîkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”   Axaftina Rîhan bi dirûşmeyê “bijî serok Apo” “ komploya 9’ê cotmehê em şermezar dikin.” bi dawî bû.     Piştî ku axaftin qediya yên ku beşdarî çalakiyê bûbûn,  heta ber saha bajêr meşiyan û li wir meş bi dawî bû.