Li Mêrdînê saziyên jinan hatin girtin û qirkirina jinan zêde bû 2017-10-10 09:21:29   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN- Li Mêrdînê di sala dawî de qetilkirina jinan ji sedî 63 zêde bû. Derbarê mijarê de aktîvîsta TJA’yê Semîre Kutê wiha got: “Berpirsê herî mezin yê vê dewlete. Ji ber li ser mirinan nayê sekinandin mirin zêde dibin. Em jî ji ber sazî hatine girtin nekarin xebatan bikin. Lê heta ji destê me bê emê têbikoşin.”   Bi OHAL’ê re bi KHK’yên hatin derxistin gelek saziyên jinan hatin girtin û li şûna wan Qursên Kuranê hatin vekirin. Li Mêrdînê jî ji ber van pêkanînan qetilkirina jinan jî zêde bû. Li Mêrdînê di mehekê de 4 jin hatin qetikirin û hat îdiakirin ku 2 jinan jî întîxar kiriye.  Aktîvîsta TJA’yê Semîre Kutê der barê mirinên biguman yên jinan û qetilkirina jinan de nirxand kir û diyar kir ku ew wek jin wê li dijî vê qirkirnê têbikoşin.   Semîreyê daxuyakirin ku di nokteya pirsgirêka jinê ya li Tirkiye û Kurdistanê kaosek mezin tê jiyîn û wiha pê de çû: “Di du hefteyên dawî de 4 jin mirin. Ev mirinên hem întîxar û hem jî bi awayên dinin. Nayê zanîn ev mirin çawa dibin. Bêguman ev jî di hişê mirovan de pirsnîşanan dihêle.”   ‘Divê jin têbikoşin’   Semîreyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ew qirkirinên ku ji bo jinê bê îrade bihêle tên kirin qebûl nakin û got: “Li cihekî wek Mêrdînê ku bajarê şaristaniyane divê jin zêdetir derkevin pêş, qirkirina jinan tê jiyîn, jinan tine dikin. feraseteke wisa heye. Em jinên Mêrdînê vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Emê der barê vê de li ser xebatan bisekinin.  Ji ber qirkirina jinan qirkirina hemû civakê ye.  divê piştevaniya jinan a di têkoşînê de derkeve holê. “   ‘Berpirsyariya dewletê pir e’   Semîreyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dewletê di vê pêvajoyê de ji bilî girtina saziyan tiştek nekiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêka herî mezin jî heve. Hikûmet li dijî mirinên jinan bêdeng dimîne. Ji mirinên jinan yên biguman û qetilkirina wan herî zêde dewlet berpirse.”