'Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê berxwedana me bidome' 2017-10-09 15:03:49   AMED - Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Amedê Ruken Akça ya ku bi minasebeta salvegera 19'emîn a Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat nirxandin kir, diyar kir ku heta Abdullah Ocalan rizgar bibe wê berxwedana wan berdewam bike.   Derbarê Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêberê PKK'ê di 9'ê Cotmeha 1998'an de pêk hat de li Avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyanî hat dayîn.  Di daxuyaniya ku hat dayîn de Rêvberên Rêxisinên HDP- DBP'yê yên bajar  û navçeyan, TJA, DTK, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, parlamenterên HDP'ê yên Amedê  Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp û Berdevkê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî tevli bûn.  Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Akça ve hat xwendin. Rukenê diyar kir ku komplo li dijî gelê kurd hatiye kirin û Abdullah Ocalan û gelê kurd kompla vala derxisitne.   'Paradîgmaya wî li rojva pêk hat'   Ruken di berdewamiya daxuyaniyê de got ku Abdullah Oclan Rojihlata Navîn bi beden kiriye. Rûken a ku got paradîgmaya Abdullah Oclan li Rojava pêk hatiye û anî ziman ku ev modela jiyanê ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak. Ruken wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelk welatên Ewropayê jî ev model dîtin û pejirandin. Tirkiye ev du sal in li dijî Rêberê Gelê Kurd tecrîtek girankirî pêk tîne. Ji ber ku dewlet dizane komplo vala hatiye derxistin. Ji ber vê em ê jî berxwedana xwe berdewam bikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû