Hestiyê zarokê xwe dixwaze 2017-10-09 09:15:37 MÊRDÎN - Li Nisêbînê di rojên borî de Ayten Ak a ku cenazeya ji bin TOKÎ'yê derket ji cil û bergên wî nas kir, di cihê ku cenaze jê derxistin de di şûşeyek sodayê de navê kurê xwe Adbullah Ak li ser kaxizekê dît.  Malbatê ji bo teşîsê serî li dozgeriyê da û dozgeriyê got 'Ev ne tiştên teqez in, em li benda testa DNA'yê ne. Ew jî ne diyare dê kengî derkeve." Piştî berxwedana rêveberiyên xweser ên li Nisêbînê, li herêma ku pevçûn çêbûbû , înşata TOKÎ'yê berdewam dike.  Di înşata TOKÎ'yê de bi dehan cenaze hatin derxistin û di hefteyên borî de cenazeya mêrekî ku li betaniyê gerandibûn hat dîtin. Li gorî îdiayan cenazeya şandine Qoserê ji aliyê malbatê ve hatiye teşhîskirin.  Dema cenaze hat derxistin dayika ku ji cil û bergan kurê xwe nas kir, piştre ji cihê ku cenaze hat derxistin di şûşeyek sodayê de kaxizek derket û li ser wê navê kurê wê hebû.  Malbata ku  li ser kaxizê navê kurê xwe dît serî li dozgeriyê da.   Di nav kavilan de li kurê xwe geriya   Dozger tevî vegotinên malbatê got beyî teşîsa DNA'yê cenazeyê nadin malbatê û negotin ku cenaze şandine ku derê.  Dayik Ayten Ak ku pişî salek û nîvê hestiyên kurê xwe dît, di wê pêvajoya sal û nîvê de her tim di nav kavilan de li cenazeyê kurê xwe geriya.   'Min cil û bergên kurê xwe nas kir'   Aytenê diyar kir ku wan agahî girtiye ku di pêvajoya ewil a pevçûnê de kurê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Piştî qedexe rabû em her tim çûn taxê û li cenazê geriyan. Me li xaniyên xerabe, li bodruman û cemedankan mêze kir. Dema dilê min teng dibû ez diçûm taxê û bîhna min fireh dibû. Her derê axa Kurdistanê tije hestiyên bê gorin."   'Me di şûşeya sodayê de navê wî dît'   Aytenê di berdewamiyê de got piştî wêneyên nîşanê wan dane kurê xwe nas kiriye û got di şûşeya sodayê de ya li cihê cenaze hat derxistin de kaxizek derket û li ser, navê Abdullah Ak hebû. Aytenê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em çûn dozgeriyê lê dozger got bêyî testa DNA'yê cenazeyê nadin.  Her wiha agahî nedan ku cenaze li ku ye. Niha li taxa pevçûn lê hat jiyîn cenaze hene. Min texmîn nedikir kurê min ji wir derkeve.  Hîna cenaze li wir hene lê TOKÎ bê navber didome."   Li pey wî pisîka wî ma…   Aytenê di dawiya axaftina xwe de  got tenê pisîka Abdullah a bi navê Şînê maye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li pey wî çîrok û pisîka wî ma. Rojekê dîsa li Mêrdînê doza wî hebû. Di vegerê de pisîkê dibîne û anî mal. Niha pisîka wî mezin bû. Em pir baş li pisîka wî dinêrin."