Rûyê mêr ê OHAL'ê: Dixwazin xebatên jinan ên Orduyê asteng bikin 2017-10-09 09:03:14 ORDU - Seroka Komeleya Xurtkirina Jinan a Orduyê Mîhrîban Yuvayê, diyar kir ku OHAL kirine hincet û hewl tê dayîn ku xebatên jinan ên li Orduyê û derdora wê tên meşandin asteng bikin. Mîhrîbanê diyar kir ku ew kirêya Stargeha Jinan didin û bal kişand ser zîhniyeta serdest  a mêr a rêveberiyên herêmî. Li gorî lêkolîna ku Komeleya Xurtkirina Jinan a Orduyê, pirsgirêkên sereke yên jinên Orduyê dijîn, îstîhdam, şîdeta mêr û şîdeta zayendî ya zewacê ne. Komeleya ku ji bo van pirsgirêkan projeyan dimeşînin, derbarê jinên girtîgehê de jî projeyan çêdikin.  Seroka Komeleyê Mîhrîcan Yuvayê diyar kir ku ji bo jinên girtîgehê jî kampanyaya pirtûkan pêk anîne û got piştî 15'ê Tîrmehê hejmara girtiyên jin zêde bûne û ji ber OHAL'ê projeyên xwe berdewam nekirine.   Bi hinceta OHAL'ê astengî   Mîhrîbanê berdewam kir û wiha got: "OHAL kirin hincet û projeyên me asteng dikin. Tevî ku rayedarên girtîgehê erênî li projeyên me dinêrin, piştî OHAL'ê  me nikaribû  bimeşanda. Ji ber OHAL'ê projeyên me yên derbarê jinan de rawestiyan. Ji bo jinên girtîgehê bi armanca ku dema ji girtîgehê derkevin bibin xwedî pîşe, me xwest em qursên karê destan pêk bînin. Armanca me ev bû. Ji bo vê yekê  em pêvajoyê dişopînin û di dema kurt de em dixwazin ji nûve dest bi projeyê bikin."   Tundiya mêr pirsgirêkek mezin e   Mîhrîbanê destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a jinên Rojhilatê Behra Reş, îstîhdam, şîdeta zayendî ya zewacê û şîdeta mêr e. Mîhrîbanê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Projeyên  me yên bi salan me didomandin , em niha nikarin bimeşînin. Rêveberên cemawerî her tim diguherin. Em nikarin derdê xwe ji kesekî re bêjin.  Em ji yekî re dibêjin, piştre ew diguhere. Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin."   Ji bo 400 jinî perwerde hat dayîn   Mîhrîbanê bi lêv kir ku wek komeleyê ji bo 400 jinî perwerdeya pîşeyî dane û ji bo 300 jinî jî perda moda tasarimê dane û got: "Di lêkolînên me yên ku li Ordûyê  û derdorên wê de hatine meşandin de derket holê ku 24 hezar jin xwendin û nivîsandina wan tuneye. Me ji bo vê yekê xwest projeyekê pêk bînin. Komeleyê koroyek jinan a ku ji her alî jin beşdar bûn  vekir.  Koro ji sala 2014'an heta niha eleqeyek mezin dibîne. Jinên tevlî koroyê bûne jî ji vê rewşê gelek kêfxweş in."   Mîhrîbanê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji rêveberan piştgiriyê nabînin û aydata xwe ew didin û kirêya  Stargeha Jinan a komeleyê vekiriye jî ew didin û da zanîn ku zîhniyeta rêveberiyên herêmî zîhniyeta serdest a mêr e.