Heta azadiya Serokatî em ê li ber xwe bidin 2017-10-08 18:37:24   GIRKÊLEGÊ- Şêniyên navçeya Girkê Legê komploya navnetewî a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan bi meşekê şermezar kirin.    Li navçeya Girkêlegê ya girêdayî bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê bi tevlîbûna TEV-DEM, Kongira Star, sazaî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan meşek hat lidarxisitn.     Di meşa hat lidarxistin de parnkarta li ser nivîsa  "Sûnda me em ye ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn" hat hilgirin û dirûşmên "Bijî Azadiya Rêber Apo" hatin berzkirin.   Di meşê de piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo cangoriyên azadiyê, axaftin hatin kirin û di axaftinan de hat diyarkirin ku serkeftin û îradeya gelê kurd komplo şiknand, û vala derxist.     Meş bi dûrşmeya " Bêserok jiyan nabê" bidawî bû.