Dîtina serokatiyê xeyala her jinekê bû 2017-10-08 17:56:49 QAMIŞLO-Dayîka bi navê Necah Gulo ku du caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan dîtiye bîranînên xwe yên pê re anîn ziman û  got;" bi heycan û kêfxweşiyek pir mezin em çûn serok bibînin."  Bi hezaran jinên ku ji ber felsefeya wî ya li ser jinan xwesteka wan tenê ew bû ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan bibînin yek jê jî Necah Gulo ye ku serokatî dîtiye. Necah  bîranînên xwe yên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re anîn ziman     Necah Gulo diyar kir ku ew cara yekmîn di salên 90'î de bi kelecanek pir mezin mezin çûne Libnanê ji bo ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocoalan bibînin û di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Dema serokatî me dît pir kêfxweş bû. Got moralê min bi dîtina gelê min bilind dibê. Paşê civîn ji bo me çêkir. Di civînê de hinekî li ser welatparêzî, tevlîbûn, şoreş û azadiya jinê axivî, û got ' Sedema  28 serhildanên kurdan ku têk çûn ew bû ku siyaseta kur gelek qels bû kurd ne rêxistin kirî bûn û rola jinê jî têde tinebû. Dayîkên şoreşger wê li vir  ji malên xwe şoreşê destpê bikin.' Piştî ku me demek bi serokatî re derbas kir em vegeriyan Cizîrê."   Neceha da zanîn ku wê  cara duyemîn di 12'ê gulana  1997' de serokatî li Kampa Şamê dît, seokatî wê demê jî civînek çêkir, xwest ku em jî tevli civînê bibin û wiha dirêjî da axafitina xwe: "Em tevlî civînê bûn. Di civînê de serokatî li ser isbatkirina  kurdaN di civakê de, rola jinê di cîhanê de, siyaseta ku li hemberî kudestanê tê meşandin axivî. Me ji Serokatî re soza xebtê da. Piştî  civîn bi dawî bû em vegeriyan Cizîrê û me dest bi xebatê xwe kir."   Necah di dawiyê de wiha got:" Bi fikir û felsefeya rêber Abdullha Ocelan em ê şoreşa xwe bi ser bixin û berdewam bikin. Heta ku armanca me pêkwere û serokê me azad bibe."