Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girt 2017-10-08 17:12:54   AMED - Polîsan avêtin ser avahiya DBP’a Amedê. Polîs li avahiyê poster û pankartan berhev dikin. Polîsan avêtin ser avahiya DBP’ê ya bajêr a Amedê. Hat diyarkirin ku polîs pankart û posterên li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin kom dikin. Li Eywanê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevserokê Meclisa Gel ê Cizîrê Mehmet Tunç, Taybet Înan a ku li Silopiyê cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hat hiştin hene.