Hûda Kaya:Mizginiya azadiyê nêz e 2017-10-08 16:59:22   COLEMÊRG-Li navçeya Gever a Colemêrgê heyeta HDP'ê  gund û esnaf ziyaret kirin.   Bernameya HDP'ê ya bi bi dirûşma`Em nasekînîn  em ê faşîzmê bidîn sekinandin`li Colemêrgê da destpêkirin û li navçeyan jî berdewam dike. Di heyeta îro ya bernameyê de Parlementerên HDP Hûda Kaya, Bedîa Ozgokçe, Lezgîn Botan û Nîhat Akdogan cih girtin. Her wiha rêxistînên HDP, DBP yên navend û navçeyan jî tevlî bûn. Heyetê destpêkê li Geverê çû serdana esnafan û gel jî bi kêfxweşiyek mezin heyet pêşwazî kir.    Piştî serdana esnafan heyetê serdana gundên derdorê gundên Pakê û Serdeştê jî kir. Parlementerên serdan kirin li gundan di dawetan de bi gel re govend girtin.    `Giyana têkoşîna Mam Celal zindî ye`   Piştre heyetê li avahiya  HDP'ê  ya Colemêrgê ji gel re civîn li dar xist. Di civînê de Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Hûda Kaya axivi. Hûdayê diyar kir ku hesreta azadiyê dûr nîne û got ku têkoşîna azadiyê dê berdewam bike û ev tişt got;“Ez di serî de Mam Celal bi rêzdarî bi bîr tînim. Em hêvîdarîn ku dê têkoşina wî riya me ronahî bike. Mirov dimire lê giyan her tim zindî ye. Têkoşîna Mam Celal em ê ji cihê mayî berdewam bikin."