TJA: Berxwedana me ya azadiyê wê heqîqeta me bi ser bixe 2017-10-08 16:52:11   AMED - TJA'yê bi daxuyaniya ku derbarê 9'ê Cotmehê de da wiha got: "Berxedana me ya azadiyê heqîqeta ' Wê tecrît têk biçe azadî bi ser keve' derxîne holê."     Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Komploya 9'ê Cotmehê ya Navneteweyî ku li dijî Rêberê PKK'ê Adbdullah Ocalan pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê kurd bi sed salan e bi polîtîkayên qirkirin, koçberî, asîmîlasyon û koletiyê re rûbirû maye û anî ziman ku ev hemû pêkanînên dijmirovî bi ji holêrakirina rêberên kurdan ên polîtîk xisitne meriyetê.    Di daxuyaniyê de rêberên kurdan yên wekî Şêx Saît, Şeyid Riza, Berzencî, Simko, Qasimlo, Alîşêr û Zarîfe jî hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku gelê kurd bi van pêkanînan ber bi pêvajoya qirkirinê re rûbirû hatiye hiştin.   Di berdewamiya daxuyaniya TJA'yê de wiha hat gotin:    "Suîqest û komployên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber berdewam dikin. Êrîşa 9'ê Cotmehê ji bo şoreşa azadiyê ya gelan û jinan têk bibin planê sereke yê têkbirina serokatiya şoreşê ye. Pêvajoya ku hat xwestin bi komploya navneteweyî bi encam bibe, bi berxwedana birêz Oclan, jinan, ciwanan û ya tevahiya gelê me vala hat derxistin.  Gelê kurd bi şoreşa li Rojava re ket pêvajoya yekitiya ji bo 4 parçeyên Kurdistnê û ya bidestxisitna sitatuyek ji bo kurdan."   TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew komplo û tecrîtê şermezar dikin û herî dawî ev tişt got: "Em bang li hemû jinan û gelê xwe dikin ku li dijî siyaseta komploger berxwedanê bilind bikin. Bi berxwedana me ya azadiyê wê heqîqeta tecrît têk biçe û azadî bi ser keve derkeve holê."