Divê jin xwedî li keda Rêber Apo derkevin 2017-10-08 15:46:25   Orîvan mustefa   EFRÎN - Jinên ku bi Rêberê PKK'ê re mane  derbarê komploya navneteweyî de  nerînên xwe anîn ziman û gotin " Felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vejîna jinê ye.”   Jina bi navê Xetîce Mustefa ku ji bo Serokatî bibîne bi grubên welatiyan re çûbû Lubnanê wiha bîranînê xwe tîne ziman:" Dema ku serok beşdarî civîna  me bû, em ji ber kêfxweşiyê giriyan û me serok pêşwazî kir. Ji ber ku me tucar bawer nedikir ku em ê reberê ku civak ji tarîtiyê derxistiye bibînin. Serok gelek mijarên navneteweyî nirxand û ji berê de dizanîbû ku dê şoreşa rojava biqewime û bi ser bikeve.”   Xetîce di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewletên navnetewî li hev kirin û planên qirêj li dijî serokê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anîn û got:” Ji ber ku serok Apo şoreşa mirovahiyê pêş dixist û li dijî zilm û serdestiyê derdiket, serok bi planên qirêj hat girtin.  Dewletên navnetewî dibêjin qey vîna kurda şikandine lê kurdan tu carî bejna xwe li ber zilma neyaran netewand û natewînin.”   “Xwestin ku di kesayeta Rêber Apo de, kurdan tune bikin”   Her wiha jina bi navê Filê Xelîl tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got:” Dewletên navneteweyî xwestin ku di kesayeta Rêber Apo de kurdan tune bikin lê tevî komploya navnetewî ya li dijî Serok Apo hat çêkirin şoreşa felsefeya wî îro bi ser dikeve”.   Jina bi navê Zelîxe Faqî Rixmî ku nexweşiyên giran dikişîne dema mijar dibe Rêber Apo nexweşî nabe asteng. Zelîxe Faqî ku bi girupên welatiyan çûbû Lubnanê helwesta xwe wiha nîşan dide:” Tu kesî ji bo pêxemberan agir bi canê xwe nexist lê belê ji bo Rêber Apo bi sedan kesan agir bi canê xwe xistin,ev  dibe sedem ku dewletên navneteweyî  li hemberî vîna gelê kurd bi tirs bijîn”.