Zeyîneb Murad: Em ê bi tekoşîna jinan tecrîdê bişkînin 2017-10-08 13:18:03   Civîn Husên   QAMIŞLO- Endama Koordinasiyona Kongira Star a Rojavayê Kurdistanê Zeyneb Murad derbarê komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocelan de nirxandin kir. Zeynebê diyar kir ku delweta tirk bi komploya li ser Rêber Apo xwest ku tevgera azadiyê tune bikê, lê belê dijberî wê têkoşîna me xurtir bû.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan ku ev 19 sal bi komployekê navnetewî xistin zindana Îmralê bi tecrîdeke girankirî re rûbirû ye. Têkildarî komploya 9'ê Cotmehê ku li dijî Rêberê PKK'ê pêk anîn endama koordinasiyoan kongira Star a Rojava Zeyneb Murad axivîvî û wiha got: "Dewleta tirk di sala 1996'an de hîn dema ku Rêber Apo li Sûriyeyê bû ji bo ku êrîş bike li ser sînorê rojavayê Kurdistanê lêşkerên xwe bi cih kirinin û êrîşên komploger pêk anîn."   'Bi rêya komployê xwestin tevgera azadiyê tune bikin'   Zeyneb di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku deweleta tirk ji bo Serokatî û Tevgera PKK'ê tune bikê, hîn dema Serokatî li Şemê bû teqînek li ber Akademiya ku serokatî ders dida pêk anî û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Wê demê li Şamê li dijî Rêber Apo gelek êrîşên komploger pêk hatin. Ji ber wê hevala Zîlan ji bo ku van êrîşan vala derxîne di sla 1996'an de li dijî komployê çalakiya fedayî pêk anîn.  Ji ber ku ev êrîş roj bi roj zêde bûn Serokatiyê di sala 1998'an de dest bi pêvajoyeke nû kir û xwest ku ji Sûriyeyê derkeve. Ev pêvajoya nû jî hewldana ji bo aştiyê bû. Serokatî bi vê armancê bi baweriya ku li Ewropayê wê bikaribe xebata xwe ya ji bo aştiyê bike berê xwe da Ewropayê. Lê komplo tenê ne ji aliyê Tirkikyeyê ve hat pêk anîn di nav vî planê komployêde Rusya, Amerîka, Israîl, Îran, Ewropa Rûsya û Tirkiye jî di nav de xwestin ku Serokatî tune bikin. Serok ji bo ku nasnameyek siyasî bigire ji dewletekê çû dewletekê. Dewletên ku soz dabûn wê nasnameya siyasî bidin Serokatî jî xiyanet kirin û nedan. Yewnanistanê got ku em ê nasnameya siyasî bidin lê Rûsya û Amerîka dixwestin ku Serokatî di warê fizîkî de tune bikin."   'Gelê kurd rabû ser piyan'   Zeynebê diyar kir ku piştî Rêber Apo çû li Romayê çil rojî girtî ma gelê kurd rabû ser piyan û wiha dirêjî da axafitina xwe: "Li seranserî Kurdistanê gel rabû ser piyan û komplo şermezar kir. Ev berxwedana gel li dijî komployê darbeyek mezin bû. Ji ber ku ev dewletên bûn hevkarên komployê ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsiyan, dizanibûn ku wê li Rojhilata Navîn projeya neteweya demokratîk bi pêş bixe û ev jî li dijî berjewendiyên wan e ji komployê re serkêşî kirin û komplo pêk anîn. Wan digot ger ku Rêber Apo bê girtin wê tevgera PKK'ê tune bibe. Lê dijberî vê PKK bi hêztir bû. Bi mîlyonan kes li Kurdistan û li Ewropayê rabûn ser piyan û azadiya Rêber Apo xwestin. Dewleta Yewnanistanî pitî ku Rêber Apo radestî dewleta Tirk kir tê gihîşt ku xiyanet li kurdan kiriye."   'Bangewaziya Rêber Apo aştî bû'   Zeynebê diyar kir ku dema Rêber Apo hatiye girtin jî bangewaziya wî aştî bûye û ev tişt got: "Rêber Apo di zindanê de jî daxwaza xwe ya aştiyê dubare kir. Di kesayeta Rêbertiyê de 40 milyon kes tên darizandin ji ber ku çareseriya pirgirêka 40 mîlyon mirov girêdayî Rêbertiyê ye. Komplo berdewam dike ji ber ku Rêbertî bi felsefeya xwe rêya çareseriyê ji gelên li Rojhilata Navîn re ronî dike."   'Wê jin Serokatiyê rizgar bikin'   Zeynebê bi van gotinan dawî li axafitina xwe anî: "Em bang li hemû jinên kurd, ereb, suryanî, çerkez, tirk dikin ku li dijî Komploya 9'ê Cotmehê di nav tevgerê de bin. Em ê jin tecîrtîê bişkînin ji ber ku Serokatiyê ji bo azadiya jinan têkoşînek mezin daye. Em ê jî zindana Îmraliyê hilweşînin û Serokê xwe azad bikin."