Gurbetellî Ersoz xeta çapemeniya azad e 2017-10-07 16:12:24   Felek Mûsa    QAMIŞLO -  Rojnemevan Stêrk Gulo bi boneya 20' în salvegera şehadeta Rojnemevan û têkoşer Gurbetellî Ersoz nirxandin kir.   Di kurdistanê de Edîtora jin a yekemîn Gurbetellî Ersoz, wekî nirxekî ji bo hemû rojnamevanên çapemeniya azad e. Bi pênûsa xwe berxwedaneke  mezin kir. Li hember înkarkirina gelê kurd, her wiha ji bo azadiya tevahî jinan têkoşînek giranbiha  kir.   Stêrk di destpêkê de hemû rojnamevanên kurd ên ku  di xeta azadiyê de rastî şopandine û canê xwe feda kirine di kesayeta Gurbetellî Ersoz û tevahî têkoşerên azadiyê de bi bîr anî.Stêrk wiha berdewam kir û got:"Gûrbetellî di dîroka Kurdistanê de temsîla xeta azadiyê ye, bi rêya şopandina rastiyê, edîtor û rojnamevana jin a yekemîn bû. Her wiha rêya çapemeniya azad li pêşiya Rojnamevanan vekir."   Stêrk anî ziman ku tekoşera çapemeniya azad  ku îro tevahî jinên Rojnamevan wê ji bo xwe mînak digirin Gurbetellî Ersoz e. Bi sedan rojnamevan li ser rêya wê dimeşin.  Gurbetellî ji bo ispatkirina nasnameya jinên kurd û dengê rastiyê, di çapemeniya azad de tekoşnek  mezin kir.Bi sedan rojnamevan îro li ser şopa wê dewam dikin.    Stêrk di berdewamiya axavtina xwe de wiha got:"Gelek rojnemvanên kurd mîna Dinîz Firat, Sariya, Şîlan û gelek rojnamevanên din di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest dan. Gurbetellî Ersoz li hember  siyaseta înkarikinê berxweda.   Jin û rojnamevantî çima ewqas  girîng e?   Stêrk bal kişand  ser rola rojnamevanên jin û wiha got: "Bi hebûna jinê civak zindî dibin. Di Kurdistanê de dema çapemeniya azad bi rêvebertiya jinekê pêş dikeve, wateya wê  pir bi nirx dibe.  Pêwiste ku rojnamevanên jin li ser rêya rastiya Gurbetellî Ersoz bimeşin. Gûrbetellî di şexsê rastiya jina azad de rastiya civakê ye.   Rojnamevan Stêrk herî dawî wiha got:" Di xeta azadî û tekoşîna rojnamevan Gurbetellî Ersoz ku di rêya rastiyê de canê xwe feda kir de,  çapemeniya azad pêş dikeve.