Ji TJA'yê banga ji bo tevlibûna panela ‘Tecrîtê’ 2017-10-07 12:48:30   AMED - TJA'yê, ji bo panela bi şîara "Dê tecrîdê winda bike, azadiyê qezenc bike" banga tevlîbûnê kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyaya ku dan dest pê kirin sibe saet di 12.00'an de li Salona Konferansa Vedat Aydin a Avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bi dûrişmeyên "Dê tecrîdê winda bike, azadiyê qezenc bike" û "Em ê komkujiya li ser jinê rawestîn in, jiyanê azad bikin” panelekê li dar bixe.   Di panelê de dê mijarên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û komkujiyên li dijî jinan bên dest girtin. Aktîvîsta TJA'ê Fîgen Ektî dê moderatortiya panelê bike û Berdevkê KJA'ê ku bi KHK’ê hatibû girtin Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal di panelê de dê biaxivin.      TJA'yê, ji bo tevlîbûna panelê banga hemû jinan kir.