Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya: Em ê Wek Gurbetellî li pey heqîqetê biçin 2017-10-07 11:19:29   AMED - Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya, bi boneya 7’ê Cotmehê Roja Rojanamegerên Jinên Kurdistanê ku diyarî Gurbetellî Ersoz hat kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand û dîyar kir ku çawa ku Denîz Firat hovîtiya DAIŞ’ê li cîhanê da bihîstandin, Nûjiyan Erhan dengê jinên Êzidî da bihîstandin, em ê jî ji cihê mayî kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin û bibin dengê hemû jinan.   Platforma Jinan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em îro Roja Rojnamegertiya Jinên Kurdistanê ku me ji Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat û Nûjiyan Erhan ên di rêya heqîqet û azadiyê de bedal dan girt pêşwazî dikin. Li dijî gelê kurd, jin û gelên bindest êrîşên mezin hene. Dibin navê OHAL’ê de zilm û îşkence hatiye rewa kirin. Mîna rojnamegerên jinên kurd mirov hemû zilma heyî dîbîne û hîs dike. Li dijî operasyonên desthilatdariyê yên dixwazin dengê heqîqetê qût bikin, berpirsiyartiya me ji her demê zêdetir e. Em bûn şahidê cenazeyê dayika Taybet ku bi rojan li erdê ma, Kemal Kurkut ê li ber çavên bi hezaran kes hat kuştin, bi hezaran jinên li dijî pêşnûmeyên qanûnî. Loma em ji bo heqîqetê derketin kuçeyan. Ji van rastiyan zêdetir bûyerên xedar hat jiyîn.”   Platforma jinan, diyar kir ku ew ê heya dawiyê ala baweriya ku di civakê de dayîn avakirin, bi biryar dê pêş de bibin. Platforma jinan di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Çawa ku Gurbetellî Ersoz bi cesaret û vînek mezin bû dengê jinan, em jî soz didin ku em ê xwedî kevneşopiya wê derbikevin û heya dawiyê dû heqîqetê biçin. Çawa ku Denîz Firat hovîtiya DAIŞ’ê li cîhanê da bihîstandin, Nûjiyan Erhan dengê jinên Êzidî da bihîstin, em ê jî ji cihê mayî kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin û bibin dengê hemû jinan.”