Bertekên li dijî zagona miftîtiyê dewan dike 2017-10-07 11:11:20   STENBOL – Jinên ku bi banga Platforma Jinan a Beylikduzuyê hatin gel hev, zagona miftîtiyê ya ku di komisyona navxweyî de hat pejirandin protesto kirin û gotin:” Ev zagonana wiha derbas nabe.”.   Ji ber ku pêşnûmeya zagona miftîtiyê li komisyona navxweyî ya TBMM’yê hat pejirandin, jinan bertekên xwe yên li dijî vê yekê li Beylikduzu ya Stenbolê dewam kirin. Jinên ku li Parqa Azadiyê ya Beylikduzuyê civiyan diyar kirin ku ew ê nesekinin, netirsin û bejna xwe netewînin.   Di daxwiyaniya li ser navê platformê hat dayin de hat diyarkirin ku di mijarên derbarê siberoja jinê de gerek jin xwedî mafê axaftinê bin. Jinan wiha berdewam kirin û gotin:” Zagonên ku xizmeta civakî û ol tevlihev kiribin, wiha derbas nabe. Ji bo jiyanek azad û wekhev em ê gotinên xwe yên li qadan berdewam bikin.”