‘Li Sûrê jiyana komunal dikin qurbana rantê’ 2017-10-07 09:50:41   Şehrîban Aslan   AMED - Platforma Piştevaniya Bi Sûrê re bertek nîşanî hilweşîna li taxên Alîpaşa û Lalebey ên berdewam dikin dan û da zanîn ku ev wê xwe bigihîne Hewsel û Fîskayayê. Endama Platformê Benazîr Coşkunê da zanîn ku hedefa esas a hilweşîna jiyana komunal e.   Ji bo piştevaniya bi gelê Sûrê re gelek sazî û lijneyên cuda serdanan pêk tînin û di rojên borî de endamên Platforma Piştevaniya bi Sûrê re ji Stenbolê hatin Amedê. Hevberdevka Platforma Piştevaniya Bi Sûrê re Ayşe Erzanê destnîşan kir ku hilweşîn û dorpêça li Sûrê didome li dijî peymanên ku Tirkiyeyê û saziyên mafê mirovan îmzekirinê ne.   ‘Armanc hişê dîrokî ye’   Ayşeyê wiha got: “Hilweşîna li Sûrê hemû paşeroja dîrokê, warê hezaran salî tine dike. Sûr pêvajoya înşakirina ji nû ve ya xaniyên beton teqez heq nake. Armanc ev e ku hiş û dîrokê tune bikin.”   Ayşeyê di berdewamiyê de wiha got: “Ji bo Sûrê li Stenbolê kampanyaya îmzeyan didome. Li cadeyan kawşaxan mase hatine avakirin û texrîbata li Sûrê ji mirovan re tê gotin. Vê texrîbatê nabînin. Nizanin. Çapemeniya alîgir vê nîşan nade. Bi vî awayî perdê dikşinin ber.  Mafê van mirovan tên binpêkirin. Ev mijar mijareke vekirî ya divê biçe merciyên navneteweyî.”   Endama Platforma Piştevaniya Bi Sûrê re Benazîr Coşkunê jî got ew wek platform li Amedê û Stenbolê bi awayekî koordînekirî ev sê mehe xebatan dimeşînin.   Benazîrê bi lêv kir ku wan kampanyaya îmzeyan û standê dane destpêkirin û piştî îlankirina rêveberiyên xweser 6 tax bi vî awayî hatine tunekirin.   ‘Hedef jiyana komunal e’   Benazîrê ev tişt got: “Sûr ji aliyê UNESCO’yê ve wek mîrateya çandî tê dîtin.  Bi vê re bi 6 taxan sînor neman. Wê li Sûrê ev bigihêje Hewsel û Fîskayayê. Bi vî awayî wê jiyana komunal ji holê bê rakirin. Em Aê gelê Sûrê tenê nehêlin.”