Jinên şengalê bûne berdewamiya Besê û Zerîfe 2017-10-07 09:08:10   Nedîne Şengalî / Hêlîn Asmin   ŞENGAL - Piştî fermana 73 yan a 2014 a li Şengalê dayikan gelek êş û azar dîtin, heta niha jî êşa fermanê dikişînin, di vê fermanê de herî zêde jinan êş kişandin. Jinên hem ketin destên DAÎŞ ê û hem jî ji bo nekevin destên DAÎŞ ê xwe ji kendalan de avêtin. Marîn Milko jî di wê demê de zaroka wê ya 14 rojî di destên wê de bû. Niha zaroka wê 3 salî ye. Marîn Milko ji ber ku di bin bandora şervanên azadiyê û peyva 'heval' de mabû, navê zaroka xwe kir Heval.    ''Marîn Milko  çîroka xwe ya fermanê ji me re wiha rave kir: ''Di fermanê de zaroka min a 14 rojî di destên min de bû. Wê demê çeteyan êrîşî min kirin. Em ji gundê xwe hatin Heyalê, em hevdeh rojan li wir man, tiştek tunebû ez bidim zaroka xwe. 12 rojan em bê av û bê xwarin li wir man. Di wan rojan de me gelek zor û zehmetî dîtin, bi şev sar û roj jî  germ bû. Heft zarokên min jî hebûn. Bi wan re min gelekî zor û zehmetî kişand.''    Mîlkon berdewamiya axaftina xwe de wiha got; ''Malbatên me bi rojan diçûn heya ku hinek av peyda dikirin. Ji bo ku em bikaribin bijîn a herî girîng av bû.    Ji bo min dema herî zehmet, dema tîbûna zarokan bû. Di nav wî çiyayî de hemû kes tî û birçîbûn. Em bi peya, bê av û xwarin li wî çiyayî dimeşiyan heta ku em 3'ê şevê gihaştin ser axa Rojava.   Min bawer nedikir ku em bigihêjin Rojava, min digot dê zarokên min bimirin, lê min xwe gihand Rojava û min zarokên xwe xilas kir.